Sevbas Forum

Malpera Muzik Kurdi


    'Saristaniya Demokratîk' îro derketin

    Teilen

    Admin
    Admin

    Anzahl der Beiträge : 115
    Anmeldedatum : 04.07.09
    Alter : 30
    Ort : Kurdistan

    'Saristaniya Demokratîk' îro derketin

    Beitrag  Admin am Sa Jul 04, 2009 6:36 pm

    Du pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelek derdor bi meraq li bendê bûn, îro hat çapkirin.

    Her du pirtûkên Ocalan, ji parêznameyên wî ku ji bo Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê re nivîsîbûn, pêk tê.

    Ocalan di berhemên xwe de bi nirxandineke xurt a der barê serdeman de, rexneyên giran li tabû û fikrên sabît digire.

    Rêberê gelê Kurd di berhemên xwe de bi awayekî cidî hesabê ji kapîtalîzmê dipirse û bi tespîta ku kapîtalîzm ne aborî ye, tezên heyî hûr dikole.

    Ocalan di berhemên xwe de ku di bin tecrîdek giran de nivîsî ye, tîne ziman ku sirra jiyanê nehatiye ronîkirin û wiha dibêje:

    ''Nexwe, di awayê bîrbirina me ya ku nikare sirra jiyanê ronî bike û têbigihîje de pirsgirêkek heye. Û ev pirsgirêk ji rêbaza zanistî pê ve ne tiştekî din e.''

    Di pirtûkan de rêbaz û heqîqet têne şîrovekirin, û ji bo serdema me, bi nêrîneke zanistî, çand û pîvanên îdeolojî û ehlaqekî nû datîne holê.

    Navê her du berhemên Ocalan "Manîfestoya Civaka Demokratîk' e, armanca wî ew e ku serdemeke nû bide despêkirin û şeklekî nû bide civakê.

    Di heman demê de ev berhem weke îlana destpêkirina serdemeke nû jî tê qebûlkirin.

    Berhemên Ocalan ji îro û şûn de, li komeleyên Çanda Kurd û weşanxaneya Mezopotamyayê dikarin bên peydakirin.

    Mezopotamya Yayınevi, Gladbacher Str. 407 B, 41462 Neuss / Deutschland Tel.: 0049-213-14069093.

      Aktuelles Datum und Uhrzeit: Do Nov 22, 2018 1:19 pm